Herêma Kesk a Bexdayê bi 3 mûşekan hat armanckirin

Şaneya ragihandina ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku, şeva Pêncşemê, 3 mûşek li herêma Kesk a Bexdayê ketin.

Şaneya ragihandinê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, hersê mûşek ji cureyê Katyûşa bûn, yek ji wan li qadeke vala ya li herêma Kesk ket, lê ti ziyan çênebûn.

Şaneyê destnîşan kir ku ev mûşek ji devera Bêciyê ya li rojavayî paytextê hatiye avêtin.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Iraqê duh ragihandibû ku mûşekek li taxa El-Cadiriye ya li nêzî herêma Kesk ketiye, bê ti ziyan hebin.

Heta niha ti aliyekî ev êrîş li xwe negirtiye.

Piştî kuştina Qasim Suleymanî di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de, herêma Kesk a li Bexdayê ku şandeyên dîplomatîk ên biyanî dihewîne, bi berdewamî tê armanckirin.

Back to top button