Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, jinên rojnamevan bal kişandin ser rola jinê di nava ragihandinê de ji destpêka şoreşê û heta û ev tişt anîn ziman: “Di nava deh salên şoreşê de gelek rojnamevanên jin gihiştin asta şehadetê. Ew bûn dengê jinên berxwedêr, em ê jî li ser rêya wan bin”
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo jinên azadîxwaz bû îlham.
Vê şoreşê hişt ku jin di hemû qadên jiyanê de cih bigirin û bibin pêşeng.
Rojnamevanên jin di şoreşa Rojava de li ser rola jinan di qada ragihandinê de axivîn.
Nûçegihana Jin Tv Xeznê Celal anî ziman ku bi destpêkirina şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinê tê naskirin, jinan rengê xwe di hemû qadan de nîşand da.
Xezna da zanîn ku ji destpêka şoreşê û heta niha jinên rojnamevan karîn bibin dengê civakê û jinên berxwedêr.
Medya Silêman: Wê pênûsa rojnamevanên şehîd ji bo me bibe rêka rastiyê
Nûçegihana Star-FM’ê Medya Silêman jî da zanîn ku di nava şoreşê de gelek sazî û qad hatin avakirin.
Ji van qadan jî qada herî bingehîn qada Ragihandinê bû.
Medya Silêman got; “Di şoreşê de gelek rojnamevan di dema şopandina şer de hatin şehîdxistin.
Em jî wek rojnamevanên jin em ê rêya wan bişopînin û wê pênûsa wan ji bo me bibe rêka rastiyê.”



