QSD di nava 6 salan de bi têkoşîna xwe ya li dijî terorê bû hêviya gelên Sûriyê

Şeş sal bi ser damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD re derbas bûn.
Di demeke ku nîvê xaka Sûriyê hatibû dagirkirin û gelên herêmê di bin gefên êrişan de bûn damezrandina QSD’ê bû hêviyeke mezin.

Bi têkoşîna xwe ya li dijî terorê û çeteyan; QSD serketinên mezin bi dest xistin û bi van serkeftinan bala cîhanê tevî kişand.
Di nava sê salan de hemû xaka Sûriyê ya di bin dagirkeriyê de rizgar kir.
Di nava şer û têkoşîna sê salan ya ji bo parastina xaka Sûriyê zêdeyî 11 hezar şehîd da.
Îro jî weke hevalbendekî sereke yê Koalîsyona Navnetewî vê têkoşîna bi salan li dijî komên çete didomîne. 

Di demeke ku komên çete yên mîna DAIŞ, El Nusra û gelek komên din bi piştgiriya dewletên mîna Tirkiyê êrîşî Sûriyê dikirin, Hêzên Sûriya Demokratîk li ser bingeha parastina xak û gelên Sûriyê ava bû.

QSD 15’ê Cotmeha 2015’an hat damezrandin.

Ji hemû gelên herêmê gelek kom û hêzên leşkerî di bin banê wê de hatin cem hev.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Senadîd ên eşîrên ereb, Hêzên Kombûna Tûgeyên Cizîrê, Hevbendiya Erebî-Sûrî, Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) û Odeya Operasyonan a Volkana Firatê di destpêka avabûna QSD’ê de cih girtin.

Di demeke ku nêzî nîvê xaka Sûriyê ji aliyê komên çete yên mîna DAIŞ’ê hatibû dagirkirin, damezrandina QSD’ê bi taybetî ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin gefên êrişan de bûn, bû hêviyeke mezin.

QSD’ê ji dema damezrandina xwe û heta rizgarkirina bajarokê Baxozê ango keleha dawî ya çeteyên DAIŞ’ê, di nava sê salan de şer û têkoşîneke bêhempa meşand.

Di nava sê salan de tevahiya xaka Sûriyê ya di bin dagirkeriyê de rizgar kir.

QSD’ê di şer û têkoşîna li dijî komên çete ya ji bo rizgarkirina xaka Sûriyê û parastina gelên herêmê zêdeyî 11 hezar şehîd da û bi deh hezaran jî şervanên wê birîndar bûn.

Di nava 6 salên derbasbuyî de, gelên herêmê bi hemû hêza xwe li QSD’ê xwedî derketin û piştgiriyeke mezin dan.

Di heman demê de QSD bû parazvanê sîstem û felsefya Netewa Demokratîk ya ku hemû gel, çand û baweriyên herêmê di nava xwe de dihewand.

QSD’ê bi hêza xwe ya mezin a şerê li dijî terorê û komên çete bû hevalbendekî sereke yê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê jî.

Ev hevkarî heta îro jî dewam dike.

Bi pêngavên mezin ên rizgarkirina deverên mîna Reqa û Dêrazorê bala hemû cîhanê kişande li ser xwe.

Hêzên Sûriya Demokratîk îro jî bi erk û berpirsyariyeke mezin têkoşîna xwe ji bo parastina xaka Sûriyê û gelên herêmê didomîne.

Back to top button