Piştî ku bazara sebzeyan a bajarê Qamişlo di 8’ê Gulana derbasbûyî de ji naverasta bajêr hate rakirin îro Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bazara nû ya sebzeyan li Bakurê bazara kevin vekir.
Armanca şaredariyê ji vekirina bazarê paqijkirin û kêmkirina qerebalixa li naverasta bajêr e.
Di bazara nû de ji bo firotina sebzeyan, 125 dikan hene û wê 112 dikan li dikandaran werin belavkirin.
Peymana dema vekirina dikanan 5 sal e.
Gelek welatî, nûnerên Şaredariya Gel, Meclisa Malbatên Şehîdan û Yekitiya Dikandaran a Herêma Cizîrê beşdarî vekirina bazarê bûn.
Endama Yekitiya Dikandaran a herêma Cizîrê Nûhat Betal vekirina bazarê pîroz kir û sedemên ku hiştine bazara kevn veguhêzin anî ziman û diyar kir ku ev gav ji bo parastina paqijiya giştî hate avêtin.