Şêniyên Reqayê tecrîd li dijî Rêber Apo şermzar kirin

Banga gelên azadîxwaz a jibo pêkanînan azadiya fîzîkê ya rêber Apo her berdewame.
Şêniyên Reqayê bi çalakiyekê tecrîd şermzar kir û soza berdewamkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Çalakî ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir û li Qada Jinê veguherî mêtingê.

Bi sedan ji şêniyên Reqa û gundewarê wê beşdarî çalakiyê bû.

Di mêtingê de, ser navê gel, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Mihemed Elî daxuyaniyek xwend.

Mihemed Elî, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîd şermezar kir.

Hate destnîşankirin ku siyaseta tecrîdê ya li Îmraliyê dê nikaribe gel dûrî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixe.

Dawiyê, soza berdewamkirina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

Ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşekê tecrîd şermezar kirin

Back to top button