Xeleka dawî ya rêzefilma ‘Evîna Kurd’ wê îro bê weşandin

Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî bû mijara pirtûk, film û Rêzefilman.
Rêzefilma ‘Evîna Kurd’ wê îro bi şeka xwe ya dawî li ser ekrana meya bi dawî dibe.

Rêzefilma ‘Evîna Kurd’ ji 15 xelekan pêk dihat.

Fîlm balê dikşîne li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi taybetî jî li ser têkoşîna Kurdan.

Û guhertinên piştî şoreşê derketiye holê.

Rêzefîlma ‘Evîna Kurd’ ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve hat amadekirin.

Derhêner Nûman Yigit û Haşim Aydemir in.

Ev rêzefîlm li Rojava bi kêm derfetiyan bi rihekî komînal hate kişandin.

Ev 15 xelek her roj di saet 21.45’an de roja Yekşemê li ser ekranê me hate weşandin.

Rastî eleqeyek mezin hat.

Bi sedhezaran temaşevanên wî li ser malperên civakî çêbû.

Kesên ku şoreşa rojeva mereq dikirin rastiya şoreşê di vê rêzefilmê de dît.

Daxwazê bîneran ew e ku dewamiya rêzefilmê were.

Lê Komîna Fîlman a Rojava derbarê mijarê de heta niha daxuyaniyek nedane.

Back to top button