Îro careke din gelê Sûdan nerazîbûna xwe a li dijî darbeya leşkerî diyar kir.
Li paytext Xertûmê ji ber destwerdana leşker û polîsan, gelek kes birîndar bûn.
Not. xwepêşandan nû despê kiriye dimen wê werin…
Ji 25’ê Cotmehê ve Sûdan bi darbeyeke leşkerî ket bin kontrla artêşê.
Gelê vî welatî jî 3 heftene li dijî darbeyê di nava çalakiyan de ye.
Îro careke din li paytext Xertûmê bi daxwaza avakirina rêveberiyeke sivîl bi sedan kes daketin qadan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Frans-Press AFP, ji ber destwerdana leşker û polîsan gelek kes birîndar bûn.
Di vê navberê de hat zanîn ku beriya xwepêşandanan, bi 24 saetan li gelek deverên welat xetên telefon û înternetê hatin birîn.