KCK’ê ji bo 4’ê Nîsanê daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir..
KCK’ê destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya rêber Apo berpirsyariya sereke ye.
Û bang li her kesî kir ku tevlî pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê bibin û li her derê daran biçînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da.

KCK’ê destpêkê rojbûna Rêber Apo li gelê Kurdistanê yê welatparêz û tevahî cîhanê pîroz kir..

KCK’ê di daxwiyaniyû de got:

“4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke gelekî mezin e.

Gelê Kurdistanê bi sîstema mêtingerî û qirkeriyê hate înkarkirin û li ber tunekirinê bû.

Di wê demê de Rêber Apo bi rengekî dîrokî li ber vê yekê rabû.

Rêber Apo bi felsefeya xwe ya azadiyê rastiya kesayet û civakeke nû jî afirand..

Ji ber van taybetmendiyên dîrokî bûyîn û hebûna Rêber Apo ji bo gelê Kurdistanê mîladeke nû ye.”

KCK’ê destnîşan kir ku divê em têkiliya navbera dîlgirtina Rêbertî, tecrîdê û qirkirina Kurdan baş fêhm bikin..

“Divê li hemberî vê yekê helwest bê nîşan da , têkoşîn bê meşandin.

Divê em zanibin ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin, têkoşîna li dijî qirkirina Kurdan e..

Bi vê têgihiştinê hîn bi xurtî xwedî li Rêber Apo derkevin.

Girîng e 4’ê Nîsanê bi vê hişmendî û seknê bê pêşwazî û pîrozkirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku lazime paradîgma Rêber Apo hîn bi kûrahî bê fêhmkirin..

Heger paradîgma Rêber Apo bê fêmkirin 4’ê Nîsanê dikare bi wate bê pîrozkirin .

Ev yek berpirsyariya herî bingehîn a kesayetên Kurd e.

Her Kurd divê paradîgmaya Rêber Apo bigihîne tevahiya mirovahiyê.

Divê em vî karî bi xurtî bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dawiyê tekez kir ku bi xurtî tevlî pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê bibin..

Rêber Apo bi fikir, sekn, têkoşîn û jiyana xwe bû ewladê herî hêja û rast ê mirovahiyê.

Lewma em Rêber Apo û rojbûna wî careke din bi hurmet silav dikin..

Gelê me û dostên gelê me divê li her devera ku lê ne bi tevlîbûneke xurt 4’ê Nîsanê pîroz bikin.

Li her devera ku lê ne daran biçînin.”

Back to top button