YJA Star rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Rojbûna Rêber APO pîroz kir û anî ziman ku dem jiyana azad a bi Rêbertî re hatiye. YJA Starê got:”Rojbûna rêber Abdullah Ocalan vejîna hêviyê ji bo mirovahiyê ye”. 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

YJA Star 4’ê Nîsanê di şexsê Dayika Uweyş de li dayikan, gelê welatparêz, li girtiyên azadiyê, pîroz kir.

YJA Starê di daxuyaniyê de anî ziman ku rêber APO pênaseya herî bedew a jiyanê kir.

Rêber Abdullah Ocalan bi têkiliya xwe ya jiyanê û felsefeya xwe ya azadiyê rêya şikandina zincîrên koletiyê da ber bi milyonan mirovan û bi sed hezaran kes jî kir şervanên azadiyê yên herî berxwedêr li nava refên azadiyê.

Bi jidayikbûna Rêberê me re jinê xwe gihandiye cewhera xwe. Jidayikbûna Rêber APO vejandina hêviyê ye ji bo tevahiya mirovahiyê.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di her qonaxa bûyînê de bû hêvî ji mirovahiyê re.

Ji bo gelê me, jinan û hemû civakê çareserî ji pirsgirêkên azadiyê re afirand.

PKK ku rastiya vejînê ya gelê Kurd e, YJA Star ku hêza xweparastinê û xwerêxistinkirinê ya jinê ye.

Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya li Rojhilata Navîn pêk hat û felsefeya jiyanê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li tevahiya cîhanê jin rakir ser piyan, nirxên berxwedana azadiyê ya Rêberê me ne.

YJA Star destnîşan ki rku rêber APO bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk bersiv da nakokiyên navbera mirovan.

Em di wê baweriyê de ne ku di her dara berûyê de ya bê çandin wê gelê me nû bibe, jin wê xwe ji nû ve biafirînin.

Di dawiyê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got:

Dem hatiye ku bi Rêbertî re bi rengekî azad bijîn.

Bi jidayikbûna Rêbertî re jinan li ser bingeha xweparastinê xwe gihandin nasnameya xwe.

Weke YJA Starê ku artêşa fedaî ya Rêber Apo ye, bi hêrsa mezin a ji tecrîda giran a li dijî Rêberê APO, em soza tolhildanê didin.

Back to top button