Yekîtiya Rêveberiya projeyan bi hevkariya Şaredariya Gel a Reqayê dest bi projeya ronîkirina pira kevin a li Reqayê û nûavakirina kabloya kolana El-Nûr kiriye.
Yek ji berpirsên Şaredariya Reqayê ku li ser pirojeyê disekine Şewax Hisên diyar kir ku hemû karker di nava xebatê de ne û niha jî dest bi danîna kablan di nava amûdan de kirine da ku kehrebeyê bighînin pira kevin.
Endezyar Ebdul Letîf El-Sayir jî eşkere kir ku gelek kar ji bo vê projeyê hatiye kirin û di demeke nêz de wê bi dawî bibe.
Şaredariya Gel a Reqayê jî da zanîn ku piştî rizgarkirina bajêr, wan gelek proje amade kirine û di demên pêş de wê pêk werin.