Dengê dahola şer li Idlibê bilind dibe

Tevî ku Vîrûsa Coronayê tevger li tevahiya cîhanê rawestandiye, lê tevgera leşkerî ya dewleta Tirk li Idlibê bê navber dewam dike.

Dewleta Tirk mijûlbûna cîhanê bi vîrûsê re wek derfet bikar tîne û rojane karwanên leşkerî derbasî Idlibê dike.

Hêzên rejîma Sûrî jî hebûna xwe ya leşkerî zêdetir dike. Ev livûtevgera leşkerî ya zêde dengê dahola şerekî nû li Idlibê bilind dike.

 

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê mehek û 10 roj li pey xwe hiştin.

Lê ev agirbest weke ku serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û serokkmarê Tirkiyê Erdogan li serê li hev kirine, birêve naçe.

Dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve û hêzên rejîma Sûrî ji aliyekî din ve hêza xwe ya leşkerî li Idlibê zêdetir dikin.

Ev yek di wextekî de pêk tê, ku tevahiya cîhanê bi rûbirûbûna vîrûsa Coronayê re bêdeng maye û rewşa li Idlibê hatiye paşguhkirin.

Ji 2’ê Sibatê ve Tirkiyê 5950 maşîne û bêhtirî 10 hezar leşker şandine Idlibê

Roj derbas nabe ku dewleta Tirk karwanên leşkerî derbasî Idlibê nake.

Ji dema ragihandina agirbesta Putin-Erodgan dewleta Tirk bêhtirî 2 hezar û 545 maşîneyên leşkerî û bi hezaran leşker derbasî Idlibê kirine.

Herî dawî dewleta Tirk 35 maşîne bi riya dergeha Kefer Losîn derbasî Idlibê kirin.

Ji 2’ê Sibata borî ve, dewleta Tirk 5 hezar û 950 barhilgir û maşîneyên leşkerî û 10 hezar û 300 leşker şandine Idlibê.

Ev jimarên em behsa wan dikin rojane ji aliyê Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ve tên belgekirin.

Ev jimara mezin ya leşkerî tenê tiştekî li ber çavên mirov radixe.

Ew jî şerekî mezin navbera dewleta Tirk û hêzên rejîma Sûrî.

Nemaze ku lihevkirina Rûsî-Tirkî ya 5’ê Adara borî derbarê Idlibê de pêk nehatiye.

Mînaka wê jî şerê ku duh li Idlibê di navbera artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê de derketî ye.

Ku ne dewleta Tirk heta niha dikarî çeteyên xwe ji riya M4 a Laqziyê-Heleb dûr bixe.

Her wiha ne jî şerê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de rawestiyaye.

Îcar gelo pêkan e niha Idlib di aramiya beriya bagerê de dijî?

Back to top button