Bştaş: AKP’ê nêta xwe bi vê qanûnê ji civakê re ragihand

Serok-wekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser mirina mirovan li girtîgehan û destnîşan kir dewleta Tirk hewl dide girtiyên siyasî li girtîgehan bihêle û bi vî rengî tune bike.

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li gorî agahiyan hîna li girtîgehan tedbîr li dijî vîrûsa koronayê nehatine girtin û got:

Li girtîgehan devpoşk û lepikek gelek caran tên bikaranîn, di nava şert û mercan de, tedbîrên vîrûsa koronayê ne-hatine girtin.

Li girtîgehên Tirkiyê, paqijî û derfetên xwarinê kêm in, lewma vîrûs li ser girtîgehan metirsiyeke mezin e.

Eger çareseriyek neyê peydakirin, di her kêliyê de zerarên mezin dikarin rû bidin.

Beştaş têkildarî qanûna înfazê ya ku li meclîsê hate qebûlkirin jî ev tişt anî ziman:

Bi siyasetekê, sûdê ji kirîzan werdigire, mûxalîfan li girtîgehan di nava vîrûsê de dihêlin.

AKP’ê bi vê guhertina qanûnî, nêta xwe ji tevahiya civakê re ragihand.

Back to top button