Li Kobanê li dijî tundiya li ser jinan semînerek hat dayin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzbûna 25’ê Mijdarê re, rêzeçalakî pêk hatin.
Li herêma Cizîr û Firatê, semîner û sînevizyonên balê dikişîne ser têkoşîna jinê hatin dayîn û pêşandan.
Li Tebqa û Helebê jî panêl hatin lidarxistin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanî di nava çalakiyan de ne.

Bi vê boneyê Desteya Jin a Herema Firatê semînerek li darxist.

Rêveberiya Desteya Jinê Cîhan Derwêş bal kişand ser sedem û şêwazên tundiya li ser jinan û dîroka 25`ê Mijdarê.

Cîhan got jinan bi naskirina felsefeya Rêber Apo re azadiya xwe bidestxist.

Piştî semînerê navenda Hîlala Zêrîn, derbarî tundiya li ser jinê de, şanoyek pêşkşkirin.

Li Qamişlo bi boneya 25’ê Mijdarê şehîdên jin hatin bibîranîn

Li Qamşlo jî Meclisa Jinan a Partiya Sûriya ya Pêşerojê şehîdên jin ên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sînevzyonekê bi bîr anîn.

Di sînevzyonê de, jiyan û tekoşîna pêşengên jinên ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bibûn, hat pêşkşkirin.

Meclisa Navçeya Amûdê jî bi daxuyaniyekê piştgirî dan roja tundiya li dijî jinan.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Em tundiya li ser jinan red dikin.

Heta civakeke demokratîk ya azad ava bibe, em ê li rex jinan têkoşînê berdewam bikin.”

“Dê têkoşîna me dijî tundiya li ser jinan dewam bike”

Bi heman armancê Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Tebqayê panêlek li darxistin.

Di panêlê de beşdaran pirsgirêkên civakî yên jinan nîqaş kirin û ji bo çareserkirina wan pêşniyar kirin.

Beşdaran diyarkirin ku divê biryara 1325 were pêkanîn û jin di qadên siysî de bên perwerdekirin.

Navenda jinelojî a Helebê jî li taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya endamên jin û saziyan panêlek li darxist.

Di panêlê de zihniyeta baviksalariyê û hewldanên Rêber Apo ji bo rizgarkirina jinê ji vê zihniyetê hat nîqaşkirin.

Back to top button