QSD’ê: Îdiayên dewleta Tirk ên derbarê şehîdbûna şervanên me ne rast in

Dewleta Tirk a dagirker ragihandibû ku 13 şervanên QSD li herêmên dagirkirî şehîd bûne. QSD’ê li ser mijarê daxuyanî da û got: “Şervanên me tu çalakî li dar nexistin û tu şervanên me şehîd nebûne.”

Navenda Ragihandinê ya QSD têkildarî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku gotibû wan 13 şervanên QSD’ê şehîd xiste, daxuyanî da…

QSD’ê got, “Ev îdia ne rast in. Şervanên me di rojên dawîn de tu çalakî li dar nexistin. Tu şervanên me şehîd nebûne.”

QSD’ê: Dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirine û dixwaze binpêkirinan veşêre

Navendê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di çend rojên dawîn de êrişên xwe zêde kirine..

Bi taybet li dijî jîngehan û dema Xiristiyanan Cejna Paskalayê pîroz dikir gundên Til Temirê topbaran kirin.

QSD`ê her eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker bi belavkirina derewan dixwaze binpêkirinên xwe yên mafên mirovan binixumîne.

Back to top button