Di êrişa li ser gundên Zirganê de yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro jî êrişî gundên, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê kirin. Di êrişên li ser gundên Zirganê de, zarokek û 2 jinan jiyana xwe ji dest da û gelek welatî jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ber êvarê gundên Til Şenan, Dirdara, Um El-Kêf, Til Cuma, Til Gerabêt yên Til Temirê û gundên Esediyê û Xidêr ên Zirganê bi çekên giran bombebarankirin.

Hat ragihandin ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên Zirganê de zarokê bi navê Elam Elî El-Îsa yê 2 salî û jina bi navê Cewahir Mûsa Elam yê 35 salî jiyana xwe ji dest da.

Piştre jineke din bi navê Comana Mosa Nehar jiyana xwe ji dest da.

Di encama topbaranên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî navçeya Zirganê de hejmara şehîdan gihaşt 3’yan.

Du birîndarên ji gundê Esediyê yê Zirganê bi navên Mihemed Mûsa Xelef (36) û zarokê bi navê Mihemed Ebdulhemîd ê yeksalî ji bo tedawîkirin gihaştin nexweşxaneya Rihmê ya Qamişloyê.

Back to top button