Di çalakiya hêzên YJA Starê de li Çelê leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin

Gerîlayên YJA Starê li Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa tirk a dagirker çalekiyek pêk anîn û leşkerekî dagrkeriya dewleta tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parvekir:

23’ê Mijdarê gerîlayên YJA-Starê li girê Serzer ê Çelê yê Colemêrgê li dijî artêşa dewleta Tirk çalakiyeke sekvaniyê pêk anî.

Di encama çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin.

HPG’ê ragihand ku 22’ê Mijdarê balefirên şer ên artêşa Tirk qada Saca ya Zapê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê bombebaran kiriye.

HPG’ê dazanîn ku di van êrîşên hewayî de ti ziyan negihiştiye gerîlayan.

Leave a Reply

Back to top button