QSD: Bêdengiya Rûsyayê bi şik û guman e

QSD’ê bal kişand bêdengiya Rusyayê ya li dijî êrîşên Eyn Îsayê û diyar kir ku ev bêdengî şik û guman çêdike.

QSD’ê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku doh li dijî Eyn Îsayê dabû destpêkirin daxuyaniyek nivîskî da.

QSD’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî bajarokê Eyn Îsayê ji sê aliyan bi çekên giran û balafiran êrîşeke dijwar dane destpêkirin.

QSD’ê da zanîn ku li dijî van êrîşan şervanên QSD’ê li ber xwe dan û li derdora Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide.

QSD’ê destnîşankir ku Rusya tevî ku hêzêke garantor a herêmê ye li dijî van êrîşan bêdeng dimîne û weha dewam kir:

“Ev êriş li pêş çavên hêzên Rûsyayê pêk hatin û ji bo rawestandina van êrişên bêserûber ti helwest nîşan nedan. Tevî wê jî ew weke garantorê agirbestê li wir dimînin. Rûsyayê bi bêdengiya li dijî van êrîşan rola xwe ya garantor pêk nayene û di nav gelê me û hêzên me de gelek gumanan çêdike. Rusya li gorî rola xwe ya garantor a di çareseriya siyasî ya tevahî Sûriyê de tevnagere.”

Leave a Reply

Back to top button