QSD`ê encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD’ê destnîşan kir ku dewleta tirk dagirker agirbestê binpê dike kû hewil dide kampa Eyn Îsa, bajarokê Eyn Îsa û rêya M4 dagir bike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsayê dest bi êrîşeke berfireh kiriye û bi vê yekê bi awayekî eşkere agirbest bin pê kiriye.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê;
Li eniya Zirganê û Til Temirê komên çete yên artêşa Tirk dagirker bi çekên giran êriş birin ser gundên Til Mihemed, Leylan, Erîşa, Tewila û Ûm El-Xêr û hewl dan ku qadên nû dagir bikin.
Meclisa Leşkeriya Sûryanî di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrîşan.
QSD: Dewleta Tirk hewl dide eyn îsa’yê dagir bike
Li Eniya Eyn Îsa jî artêşa Tirk dagirker û komên çete yên girêdayî wê 23’ê Cotmehê ji sê milan ve bi çekên giran û balafirên bê mirov li dijî bajarokê Eyn Îsayê, gundewarên wê û rêya M4 a navdewletî dest bi êrîşeke berfireh kirin.
Di encama êrişan de hejmarek sivîl koçber bûn, hejmarek birîndar bûn.
Şervanên QSD’ê û hêzên artêşa Sûriyê di çarçoveya parastinê de bersiva êrişan dan û li herêmê şerên giran qewimîn.
Artêşa Tirk a dagirker bi şev jî heya sibehê tevgera xwe ya amadekariya dagirkeriyê dewam kir û şerê li heremê hîn jî dewam dike.