Çavdêriya Sûrî: Israîlê êriş bir ser deverên hêzên Îranê

Şevê din Israîlê cihên hêzên bi ser Îranê û rêveberiya Şamê yên li Dêrazorê bombebaran kir.
Di encama êrişê de, 6 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê jî li Dêraozrê êrişî hêzên rêveberiya Şamê kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku Israîlê êrişên esmanî li dijî deverên çekdarên Îranê û hêzên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê û derdora wê pêk anîn.

Îsraîlê 3 deverên çekdarên Îranê yên li bajarokê Bukemalê li ser sînorê Sûrî-Iraqê jî bombebaran kir.

Çavdêriya Sûrî: Di êrişê de 6 kes hatin kuştin

Hat ragihandin di encama êrişê de 6 çekdarên ku ne welatiyên Sûriyê ne, hatin kuştin.

Îsraîlê Tugaya Radar a li çiyayê Hirayş yê Dêrazorê yê girêdayî hêzên Îranê bombebaran kir.

Di encamê de 4 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn, û Tugaya RadaR bi temamî hate rûxandin.

Dêrazor-Çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên hikûmeta Şamê kirin

Tevgera çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêrazorê zêde dibe.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li li herêmên rojhilatê Dêrazorê ên di bin kontrola hikumeta Şamê de li nêzî zeviyê El-Teym êriş pêk anîn.

Di encamê de 2 endamên Dîfa El-Watanî yê girêdayî hikûmeta Şamê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Beriya 2 rojan jî çeteyan li çolistana El-Şewala ya li Dêrazorê êrişî hêzên hikûmeta Şamê kirin.

Di encamê de, leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin.

Îsraîl êrişî Dêrazorê kir

Back to top button