Nûnertiya Rêveberiya Xweser Mam Celal Talabanî bi bîr anî

Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya li Başûrê Kurdistanê serokkomarê berê yê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK`ê yê berê Mam Celal Talabanî li ser gora wî bibîranî.

Şandeyeke nûnertiya Rêveberiya Xweser bi serokatiya nûnera Rêveberiyê Evîn Siwêd û endamên Desteya Rêveber îro di salvegera wefata wî de serdana gora Mam Celal ya li Silêmaniyê kirin.

Di merasîmê şandeyê sersaxî ji endamên Yekitiya Nîştmanî ya Kurdistanê (YNK) xwest.

Nûnertiyê di peyama sersaxiyê de wiha got:

“Em bi rêzdarî Mam Celal bi bîr tînin û di heman demê de pêwîstiya xurtkirina têkiliyan di navbera Rojava û YNK`ê de girîng dibînin.

Ev yek wê li her derê xizmeta berjewendî û destkeftiyên gelê me bike.”

Back to top button