“Em dengê xwe xort bikin, tecrîdê bişkînin, pirskirêka Kurd çareser bikin”

Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê wê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe.
Ciwanên HEDEP’ê bang li herkesî kirin ku ji bo pirskirêka Kurd û Azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.
Li Swîsreyê jî, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” standa agahdarkirinê hat danîn.

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) wê Kongra xwe ya yekem di 24’ê Kanûnê de lidar bixe.

Meclisê diyar kir ku ew ê di Kongre ya bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan” de têkoşîna xwe gaveke din pêş bixin.

Endamên Meclisa Ciwanan têkildarî starta kongreyê daxuyanî dan û wiha hate gotin:

“Divê em bi hev re vê pergalê bişkînin.

Ev rejîm nahêle dengê gelan û dengê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bibe.

Bi bilindbûna vê dengî re wê deriyê çareseriyê ji pirsgirêka Kurd û pirsgirêken civak re vebe. ”

Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê bang li her kesî kir ku careke din rabin ser pêyan û tevlî kongreyê bibin.

Li Swîsreyê standa agahdarkirina pêngava azadiyê hat danîn

Li aliyê din li Swîsreyê jî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” standa agahdarkirinê hat danîn.

Li qada standê wêneyê Rêber Apo hatin danîn û derbarê tevger û fikrên Rêber Apo de gel hat agahdarkirin.

Siyasetmedar Serhat Agirî li vir axivî û diyar kir ku divê ji bo pêngavê em erkên xwe pêk binin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothûrnê (CDK) Hulya Gokalp jî axivî.

Aktîvîst Serhat Toprak jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo rê li ber krîz û pisgirêkan vedike.

Endamê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî Yusuf Gunduz jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo êdî ji bo gel hatiye asteke ku nayê qebûlkirin.

Suryaniyan ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin

Back to top button