“Tundiya li dijî jinê çavkaniya xwe ji dagirkerî û hişmendiya baviksalar digre”

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê çalakiyên curbicur li herêmê têne lidarxistin.
Kongra Star daxuyaniyek da û bang li tevahî jinan kir ku li dijî tundiyê têbikoşin û hevgirtina ava bikin.
Her wiha li Hesekê û Reqayê komxebat hatin lidarxistin.

Sibe, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye.

Bi vê boneyê li seranserî herêmê daxuyanî têne dayîn û çalakî têne lidarxistin.

Kongra STAR têkildarî rojê daxuyaniyek nivîskî da û got:

Şerên dagirkeriyê çi li Mayanmar, Filistîn, Afganistan an Kurdistanê be, xerakirina xwezayî, koçberî û taybet qirkirina jin û gelan tîne.

Dagirkerî bixwe tundî ye.

Di encama dagirkeriyê de, jin herî zêde rastî her cureyê tundî tên.

“Ji bo jiyaneke azad têkoşîn pêwîste”

Kongra Star dawiyê bang li jinan ku bi rêya felsefeya rêber APO xwe birêxistin bikin û li dijî her cure êrişan bisekinin.

Li Hesekê jinan ji bo rêgirtina li ber tundiyê niqaş kirin

Li Hesekê jî di bin dirûşmeya “Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî” komxebatek hat lidarxistin.

Jinan di komxebatê de li ser cureyên tundiyê, sedem, bandor û çareseriyên wê nîqaş kirin û gotin:

Perwerde ji bo civakek exlaqî û polîtîk, demokratîk, ekolojik, hevjiyana azad mîna av û oksîjenê ji mirova re şert e.

Paşê bîlançoya xebatên salekî yên li dijî tundiyê hat parvekirin.

Komîteya Perwerdê ya Kongra Star sala 2023’an 2 hezar û 89 perwerde dane.

Çareserkirina 272 pirsgirêk hin jê hatin çareserkirin û hin jê ji aliyên pêwendîdar re hatin rêkirin.

92 doz ji wan 5 kuştin, 4 xwekuştin, 2 jî hewldana întîharê hatine çareserkirin.

Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.

Li Reqayê dijî tundiyê komxebatek hat lidarxistin

Ev der jî bajarê Reqa ye.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek diyalogê li darxist.

Jinan li ser şêwazê tundiyê yên di malbat û civakê de nîqaş kirin.

Ji xalên encamnameya komxebatê evin.

Li dijî her cure tundî û dagirkerî xurtkirina têkoşîn û hevgirtina jinan.

Zêdekirina xebatan ji bo pêşxistina hişmendiya civakê.

Xebatên aktîvkirina projeyên aborî ji bo jin bigihêjin aboriyeke serbixwe.

Back to top button