Nasnameya welatiyê di êrişan de şehîd bû hat eşkere kirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya welatiyekî ku di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bibû eşkere kir.
Şêniyên Dêrik û Girikê Legê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Hesen oxirkrin.
Li Tirbespiyê û Minbicê welatiyan sersaxî dan malbatên şehîdan.

22’ê Mijdarê dewleta Tirk a qirker li herêma Cizîrê êrişên berfireh yên bi balafirên bêmirov pêk anîn.

Yek ji van êrişan jî armanckirina wesayîteke sivîlan ya li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo bû.

Ji birîndarên rewşa wan giran yek şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan jî nasnameya welatiyê di vê êrişê de şehîd bûyî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya meclisê nasnameya şehîd wiha ye.

Hesen Şahîn 23’ê Mijdarê li Tirbespiyê şehîd bû.

Nav û paşnav: Hesen Şahîn
Navê dê: SEDîQA
Navê bav: Ismaîl

Cenazeyê şehîd Hesen şehîd li Dêrikê hat oxirkirin

Îro jî merasîma şehîd Hesen Şahîn hebû.

Şêniyên Dêrik û Girikê Legê ji bo oxirkirina şehîd Hesen Şahîn li goristana Şehîd Xebat ya li Dêrikê kom bûn.

Bi sedan welatî di merasîma oxirkirinê de amade bûn.

Şêniyên Tirbespiyê sersaxî dan malba şehîd Mihemed Silêman

Li aliyekî din Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo ya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Silêman konê sersaxiyê veda.

Di merasîmê sersaxiyê de Hevseroka PYD′ê ya Tirbespiyê Hediye Şemo axivî.

Şêniyên Menbicê sersaxî ji malbat şehîd Mehmûd Îbrahîm re xwestin

Her wiha li Menbicê jî konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Mehmûd Îbrahîm hebû.

Minbiciyan li bin konê çalakiyê malbata şehîdd Mehmûd bitenê nehiştin.

Di merasîmê sersaxiyê de Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser navê malbatê axivî û got:

“Bi serbilindî me şehîdbûna kurê xwe bihîst.

Li ser navê malbata şehîd em soza xwe nû dikin ku heta dijminekî hov hebe, em ê bersiva şhîdan bidin.”

Piştî axaftina,wesîqeya şehşd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Back to top button