Li Hewlêrê wargehek Koçberên Efrînê şewitî

Li Hewlêrê di kampeke ku koçberên Efrînî lê dimînin, şewat derket, ziyana canî çênebû lê hemû kelûpelên koçberan şewitîn.

Li gorî Saziya Parastina Şaristaniya Hewlêrê, ji ber kehrebeyê li bajaroka Daretû ya Hewlêrê agir bi kampa koçberên ku Efrînê lê diman, ket.

Di encama şewatê de 8 konên koçberan şewitîn.

Berî çend rojan li Wargeha Şarya ya li Dihokê jî şewat derket û di wê şewatê de jî 400 konên koçberên Ezidî şewitîn.

Back to top button