Hevalên Hatim Zêdan bi daxuyaniyeke êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Şagirtên Girê Spî qetilkirina hevrêyê xwe Hatim Zêdan bi daxuyaniyeke şermezar kirin.

Di 16’ê Cotmehê de di encama êrîşa dewleta tirk de li Eyn Îsa zarokê bi navê Hatim Zêdan şehîd ket.

Xwendekarên hevalên Hatim Zêdan yên dibistana Ismaîl El-Hemed a navçeya Eyn Îsa derbarê hevalên xwe de daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê xwendekar Mihemed Memdûh ve hat xwendin.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de hedefgirtina herêma Eyn Îsa ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku bû sedema qetilkirina hevrêyê wan şermezar kirin.

Di daxuyaniya wan de bang li civaka navnetewî hate kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk berpirsiyar tevbigerin ji bo zarokan jiyanek bi ewle tevbigerin.

 

 

Back to top button