HPG: Li Zap, Metîna û Avaşînê 21 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin. Artêşa Tirk di encama berxwedana gerîlayan de rojane windahiyên mezin dide.HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li Zap, Metîna û Avaşîn derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dane, 23 leşkerên Tirk yên dagirker hatine kuştin.

Gerîlayên HPG’ê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê berxwedaneke destanî nîşan dide û rojane derbên giran li dagirkeran dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir gerîla Di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de li Zap, Metîna û Avaşîn berxwedaneke mezin raber kirin, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dane.

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên gerîla de herî kêm 21 dagirker hatine kuştin û 3 dagirker jî birîndar bûne û ev agahî parve kir:

“27’ê Nîsanê li Qela Bêdewê ya Herêma Zapê dagirkerek, 28’ê Nîsanê li Girê Mamreşo yê Herêma Avaşîn 5 dagirker, 27’ê Nîsanê li Girê Şehîd Serhed ya Metînayê 4 dagirker, li Girê Zendûra yê Metînayê 2 dagirker,
28’ê Nîsanê li qada Xantûrê ya Heftanînê dagirkerek, 28’ê Nîsanê li Girê Zendûra yê Metîna 5 dagirker û li Girê Şehîd Dîlber a Metînayê 3 dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên hewayî jî li dijî herêmên parastinê yên medyayê pêk anîn.

HPG’ê diyar kir dewleta dagirker bi helîkopter û balefirên şer qadên Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran kirin. HPG’ê da zanîn ji ber van bomberanan tiştek bi hêzên gerîlla nehatiye.

Back to top button