Nivîskarê Misrê Fethî Mehmûd pirtûka xwe ya nû bi navê “Têkiliyên ereb û kurdan” çap kir û diyarî rihê fermandarê Kurd Selahedîn El-Eyûbî kir.
Pirtûk ji aliyê Saziya El-Ihram a Misrî ve li Qahîra derket.
Nivîskar di naveroka pirtûkê de behsa têkiliyên kurd û ereban dike û tekoşîna kurdan di dîroka îslamê û ereban de bi bîr dixe.
Her wiha rewşa Kurdistanê ya niha, parçebûna wê jî bi bîr dixe û dibêje gelê kurd ji gelên Rojhilata Navîn ên herî kevin in.
Nivîskar Fethî Mehmûd di pirtûkê de balê dikşîne ser rewşa welatên ereb û hewldanên Tirkiyê, Îran û Îsraîlê ên di herêmê de û aramiya welatên ereb bi hevkariya kurdan ve girê dide.
Fethî Mehmûd birêvebirê rojnameya El-Ihram e û di heman demê de Endamê Meclîsa Misrî ya karûbarên Derve ye.