Rêveberiya Dergeha Sêmalka ya sînorî, girtina dergeh ragihand, lê bêyî ku bandorê li karê rêxisrinên mirovî bike û wê li pêşiya wan vekirî bimîne.
Rêveberiya dergehê li ser malpera xwe bi peyamekê ji Ji “NY” û rêxistinên mirovî re eşkere kir “dergeh ji hêla wan ve hatiye girtin, lê bandorê li çûn û hatina rêxistinên alîkariyê nake”
Rêveberiya dergeha Sêmalka: Dergeh li pêşiya rêxistinên alîkariyê vekirî ye
Dergeha Sêmalka spasiya rêxistinan li ser karê wan kir û got ku “tu carî astengiya çûn û hatinê ji karmendên rêxistinên alîkariyê re çênakin”
Berî du rojan jî, Rêveberiya Dergeha Sêmalka, rêkarên ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji bo derbasbûna welatiyan sepandiye, şermezar kir û daxwaza hêsankariyê kir.
Nûçegihanê Ronahî TV jî duh ragihand ku civîneke dualî di navbera Rêveberiyên dergeha Sêmalka- Pêşxabûrê de hatibû lidarxistin.