Di navbera 8 seatan de 4 êrişên bi balafirên bêmirov

Dewleta Tirk a dagirker bajaroka Rimêlan, gundê Şorik, Til Merûf û Til Îd yê kantona Qamişlo kir armanc.
Di encamê de 7 kes birîndar bûn, Rewşa 3 birîndaran girane.

Tenê di navbera 8 seatan de, 4 êrişên bi balafirên bê mirov li ser herêma Cizîrê pêk hatin.

Ev pêleke nû ya êrişên qirker yên dewleta Tirk a dagirker e.

Rojane bi rêya balafirên bêmirov û topbarana xwe êrişan li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Dewleta Tirk li Rimêlan erebeyek bombebaran kir-2 kes birîndar bûn

Îro jî herêm û erebeyên xelkên herêmê ji bombebarana dewleta Tirk ya dagirker ne-filitîn.

Saetên sibehê navendeke xizmetguzariyê li bajaroka Rimêlan bû armanca êrişên deleta Tirk a dagirker.

Balafira Tirk erebeyek li gundê Şorik û yek li Til Merûf kir hedef

Piştî êrişa li ser cihê xizmetguzarî yê Rimêlan, derora seat 3 dagirkeriya tirk li ser rêya navbera Qamişlo û Tirbespiyê 2 seyare kirin armanc.

Êrişa yekemîn li bajarokê Til Marûf yê girêdayî navçeya Tirbespiyê bû.

Êrişa duyemîn jî li gundê Şorik yê girêdayî bajarê Qamişlo bû.

Li vir jî di her du êrişan de birîndar çêbûn.

 Dewleta Tirk erebeyek li gundê Til Îd yê Qamişlo bombebaran kir

Ne tenê ev, hîn seatek neqediya, dewleta Tirk êrişeke din ya bi balafirên bêmirov pê anî.

Vê carê jî, erebeyek li gundê Til Îd yê girêdayî bajarê Qamişlo bombebaran kir.

20’ê Mijdarê jî çeteyên dewleta tirk a qirker li Minbicê êrişî gundê Ewn Dadad kirin.

Di êrişê de 7 welatî birîndar bûbûn.

Back to top button