Suryaniyan ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin

Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) xwest, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û Ocalan bê berdan.

Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrîn têkildarî tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Meclîsê bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in dîlgirtî ye û 33 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin û got:

“Rêber APo du sal û nîv e jî di nava tecrîdeke giran de ji mafên xwe yên hiqûqî û mirovî bêpar hatiye hiştin.

Hikumeta AKP-MHP’ê bi vê yekê edalet, hiqûq û mafên mirovan binpê dike .”

Meclîsê da zanîn ku siyaseta tecrîdê li dijî tevahiya civakê bi amûrên cuda tê bicihanîn.

Lewma tecrîda li Îmraliyê her kesên alîgirê demomkrasiyê eleqedar dike.

Herî dawî Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrîn got:

“Divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin.

Pêwîste derfet bêne afirandin ku karibe fikrên xwe bigihîne raya giştî.”

Li Mexmûrê çalakiya nobetê a ji bo azadiya Rêber Apo bi koma 26’an didome

Back to top button