Xelkên Dêrazorê: Divê rêxistinên navneteweyî li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin

Endamên saziyên sivîl ên Dêrazorê tecrîd şermezar kirin û diyarkirin ku ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, divê zext li saziyên navnetewî bêkirin ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.

Serokê meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê-şaxê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Yehya El Elî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got:

“Em daxwaza azadiya wî dikin. Divê mafên wî yên azadiyê li gor qanûnên navneteweyî û mafên mirovan bên parastin.”

Cîgirê hevserokatiya meclisa herêma rojhilatê Dêrazorê Selah El Selman jî piştgiriya xwe ya pêngava cîhan anî ziman û daxuyakirin ku ji dawî li tecrîdê bê divê zext li hêzên derve bê kirin.

Hevseroka meclisa herêma rojhilatê Dêrazorê Sefiye El Hesen bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi erka xwe rabin.

Bangên azadiya fîzîkî ya ji bo Rêber Apo zêde dibin

Back to top button