Rêveberiya Xweser cereyên xazê bê pere li şêniyên Taxa Tey belav kirin.
Piştî ku taxa Tey bi temanî ji çeteyên Difa El-Wetenî rizgar bû, Rêveberiya Xweser dest bi xebatên xizmetguzariyê li taxê kir.
Vê sibehê Rêveberiya Sotemeniyê xaz bê pere li taxê belav kir û jimareke mezin a xelkên taxê li cihê balvkirinê kom bû.
Heyva Sor a Kurd derman li xelkên taxa Tey belav kir
Heyva Sor a Kurd jî, xelkên taxê derman dike û bê pere dermanan li wan belav dike.