Şivanek Li ser sînorê bajarê Şino ji aliyê pasdarên Îranê ve hate kuştin

Li ser sînorê bajarê Şino ya parêzgeha Urmiyeyê, şivanek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate kuştin.

Li ser sînorê bajarê Şino ya parêzgeha Urmiyeyê pasdarên Îranê êrişî 3 şivanên xelkê gundê Lulkan ku li ber sewalên xwe bûn, kirin.

Li gorî malpera mafê mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişa hêzên Îranê de şivanê bi navê Hesen Xendepûr hatiye kuştin.

Heman çavkaniyê ragihan ku şivanek din jî birîndar bûye û hate gotin ku cenazeyê şivan hîn di destê pasdarên Îranê deye.

Back to top button