Li Zapê 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medeyayê, ji gerîlayan bersivên xurt tên dayîn.
Herî dawî li kelha Bedewê ya Zapê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

li zapê 5 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin

Ajansa ANF`ê ragihand “Li kelha Bedewê ya Zapê ku bi ser qadên Parastina Medyayê ve ye 27’ê Nîsanê di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk ên dagirker de şer derket.”

Di encama vî şerî de, 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li Kanî Masî baregeha artêşa Tirk hat armanckirin

Her wiha Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal jî serê sibehê li dijî baregeha artêşa dagirker a li Kanî Masî çalakiyek pêk anî, lê encam heta niha nehatine eşkerekirin.

Hat ragihandin jî ku balafirên şer ên Tirk bi giranî qada Metînayê jî bombebaran kir.

HPG’ê herî dawî di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên ‘Bazên Zagrosê’, ‘Cenga Xabûr’ û ‘Cenga Heftanînê de, kuştina 33 dagirkerî ragihandibû.

Back to top button