Li Bûrkîna Faso di teqîna li kana zêr de nêzî 60 kes mirin

Li Bûrkîna Faso, li kaneke zêr a li başûr rojavayê welêt ji ber dînamîtê teqîn çêbû. Herî kêm 59 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Komîsera bilind ê eyaleta Ponî Antoine Marie Sylvanus Doamba çû cihê teqînê û got,

“Bûyer roja Duşemê danê nîvro li qada lêgerîna li zêr a Gombombiro qewimî.

Li qadê 55 cesed hene.”

Çavkaniyên ji nexweşxaneyê diyar kirin ku zarok û jin jî di nav de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn.

Rayedaran gotin,

ji ber ku rewşa gelek birîndaran krîtîk e, ew bi fikar in jimara qurbaniyan zêde bibe.

Televîzyona neteweyî ya Bûrkîna Faso ragihand, hejmara qurbaniyan gihîştiye 59 kesî.

Li gorî agahiyên ku şêniyên Gombobiroyê dan medya xwecihî, agir bi depoya darikên dînamîtê ket, lewma teqînê rû da.

Ji ber teqînê, çaleke gelekî kûr çêbû û dar ji kokê ve rabûn.

Têkildarî mijarê lêpirsîn hate destpêkirin.

18’ê Sibatê jî li gundê Kollo yê li başûrê welêt, kaneke zêr hilweşiya bû û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Lêgerîna li zêr ku timî dibe sedema mirina mirovan, tevî ku qedexe ye dewam dike.

Hilberîna zêr li welêt kêm bû be jî 12 sal in di firotina zêr de Bûrkîna Faso welatê sereke ye.

Beriya niha berhema sereke ya îxracatê pembo bû.

Back to top button