Rêveberiya Giştî ya Trafîkê bi alîkariya Hêzên Asayîşê ji bo rê li ber kesên ku sîstema trafîkê bin pê dikin, li bajarê Qamişlo û Hesekê hemleyek dan destpêkirin.
Endamên rêvebeiya Trafîkê yên bajarê Hesekê û Qamişlo diyar kirin ku di demên dawî de rêjeya kesên ku erebeyan bê destora tirafîkê dajotin zêde bibûn û ev yek jî ewlekariya wan û hemwelatiyan dike nav xeterê.
Ajokaran jî, li himberî vê gava Tirafîtkê rehetiya xwe anîn ziman û gotin:
Ji ber kesên ku sîstema trafîkê bin pê dikin di demên dawî de gelek qeaz cêbûne, ev gav jî dê rê li ber qezayan bigre.