Besê Erzîncan: Krîzên mirovahiyê bi şoreşa jinan re dikare were derbaskirin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku pêwîstiya mirovahiyê bi şoreşa jinan heye, ji ber ku kirîzên mirovahiyê bi şoreşa jinan re dikare were derbaskirin. Besê Erzîncan da zanîn ku ew ê di sala nû de serketî bibin. Azadî wê bi ser bikeve.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan di hevpeyvîna li ser malpera fermî ya KJK’ê de, sala 2022’an ku li Kurdistan û cîhanê bi têkoşîneke giran derbas bû, nirxand.

Besê Erzîncan da zanîn ku tevgera azadiya jinê sala 2022’an bi rihê berxwedan, azadî, helwest û têkoşînê derbas kir û got:

Jin pêşengiya muxalefetê dikin ku li dijî neheqî, newekhevî, bêedaletî û tunekirina ekolojîk e.

Krîzên mirovahiyê tenê bi şoreşa jinan re dikare were derbaskirin.

Bi vê wateyê tespîta ‘sedsala 21’an wê bibe sedsala jinan’ roj bi roj xwe weke rastiyeke ku em dijîn derdixe holê.

Besê Erzîncan: pPêwîstiya mirovahiyê bi şoreşa jinê heye

Besê anî ziman ku şoreşa ku li Rojava pêk hat, çavkaniya îlhamê ye.

Rêbertiya me xwest şoreşa jinan bi zanista Jinelojiyê re pêş bixe. Bi vê wateyê, ji bo ku şoreşên ku li cîhanê pêş dikevin bibin şoreşeke heqîqî divê şoreşa jinan bi awayekî kûr û piralî pêk were. Şoreşa jinê li hemberî dewlet û desthilatdariyê avakirina jiyaneke azad a nû ye.

Besê Erzîncan: Li Îran û Rojhilat rastiya xeta jinan ya Rêbertî hat îspatkirin

Besê Erzîncan bal kişand ser serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û wiha anî ziman.

Felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hate pêşxistin, ji aliyê jin û gelên cîhanê ve hate naskirin û gerdûnî bû.

Rastiya xeta jinan ya Rêbertiya me careke din hate îspatkirin.

Hedef û armanca êrîşên li ser pêşengiya jin, xebatên jinan li tevahiya Kurdistanê tê kirin eşkere ye.

Armanca êrişa li hemberî jinê ziwakirina berxwedan û azadiyê ye.

Besê Erzîncan: Em ê di sala nû de serkeftî bibin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan di dawiyê de destnîşan kir ku sala 2023’an salek ku wê derfetên rizgariyê pêş bikevin.

Weke jin di vî warî de helwesta me ya têkoşîn û berxwedanê diyarker e. Pêşxistina felsefeya jiyana azad wê bi destkeftiyên têkoşîna azadiya jinê û pêşxistina pergala jinê pêkan be. Em ê di sala nû de serketî bibin. Azadî wê bi ser bikeve.

Back to top button