Ebdî bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku binpêkirinên Tirkiyê rawestînin

Mezlûm Ebdî, bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku erka xwe bi cih bînin û meknîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê bibînin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî twîtterek belav kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku destpêka vê hefteyê, dagirkeriya Tirkiyê rêvebera Desteya Parastinê dema ku erka xwe ya rojane li bajarê Eyn Îsayê bi cih dianî, kir hedef û di encamê de ajokarê wê şehîd bû û alîkarekî wê birîndar bû.

Ebdî anî ziman ku ev yek peymanên 17 û 23’yê Cotmeha 2019’an binpê dike.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bang li aliyên garantorên Stenbol û Soşî kirin ku erkên xwe bi cih bînin, nekanîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê û parastina niştecihên herêmê û karmendên rêveberiyê ji hedefên bizanebûn û bomdar bibînin.

Back to top button