Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li bajarên Qamişlo, Dêrik û Til Hemîsê, şahî ji malbat û zarokên şehîdan re hatin lidarxistin.
Zarokên Şehîdan ên Şehba û Efrînê jî bi vê boneyê meşek li dar xist.
Li Kobanê jî bi wesîleya 4’ê Nîsanê hezar û 100 dar hatin çandin.
Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê şahiyek ji zarokên şehîdan re, li hola Efrîn li dar xist.
Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hat gerandin.
Pîrozbahî bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.
Dêrik-Malbatên şehîdan bi şahiyekê rojbûna Rêber Apo pîroz kir
Li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê jî bi beşdarbûna bi dehan zarok û malbatên şehîdan, şahiyek li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat lidarxistin.
Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Cewahir Osman axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li malbatên şehîdan pîroz kir.
Cewahir Osman got:
“Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin daye zarokên şehîdan û wan wekî mîrateya şehîdan a ber bi azadî û aştiyê ve dibîne.”
Malbatên şehîdan ên Til Hemîsê 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kir
Li Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê jî şahiyek ji zarok û malbatên şehîdan re hat lidarxistin.
Di şahiyê de Koma Deha ya ji bajarokê Ceza û Koma Esala ya navenda çandê ya Til Hemîsê govend pêşkêş kirin.
4’ê Nîsanê-Li Kobanê hezar û 100 dar hatin çandin
Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Firatê jî bi beşdarbûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hezar û 100 dar li girê gundê Mînasê yê rojavayê Kobanê çandin.
Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Şehbayê maçeke futbolê organîze kir
Her wiha Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê maçeke futbolê di navbera tîma jinên ciwan a Zanîngeha Kobanê û tîma Roşîn de organîze kir.
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temê got:
“Me gelek çalakî ji bo rojên bê bi rêxistin kirine. Rojbûna Rêbertî rojbûna jinan e.”
Bi boneya 4’ê Nîsanê zarokên şehîdan ên Şehba û Efrînê meşek li dar xist
Bi heman boneyê jî Zarokên şehîdan ên ji herêma Şehba û Efrînê meşek li dar xist.
Meşê ji qada navçeya Ehres a Şehbayê dest pê kir û heya goristana şehîdên Berxwedana Serdemê dewam kir.
Li goristanê daxuyanî hat dayîn.
Zarokên şehîdan rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelên Kurdistanê û tevahî mirovahiyê pîroz kir.