Di Adarê de herêmên Şehba û Efrîn 17 caran hat toparankirin

Di nava meha Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser hêrêmên Efîn û Şehba ranewestand.
Di nava mehê de 17 caran bi çekên giran herêm topbaran kiriye.
Her wiha balafirên bêmirov yên dagirkeriyê jî bê navber li ser herêmê geriyan.

Li gorî daneyên nûçegihanên me berhev kirî, di nava meha Adarê de êrişên artêşa Tirk a qirker û çeteyên wê yên li ser herêma Şehba û Efrînê wiha ye:

1’ê Adarê artêşa dewleta Tirk a qirker bi obîsan êrişî gundê mezin yê Efrînê kir.

8’ê Adarê dagirkeran gundê Xirab Şemis yê Efrînê dan ber topan û 3 guleyên obîsê li herêmê ket.

11’ê Adarê jî gundê Xirab Şemis û Meyasê yê Efrînê bi 6 guleyên obîsan hatiye topbarankirin.

22’ê Adarê Gundê Merenaz yê Efrînê jî, bi 2 guleyên obîsan hat hedef girtin.

Dagirkeran 24’ê Adarê gundê Eyn Deqnê yê Şehbayê bi 6 obîsan topbaran kir.

Her wiha balafirên bê mirov bê navber li ser herêma Şehba û navçeya Şera, Şêrawa ya Eefrîna dagirkirî geriyan.

Back to top button