Li 3 deverên Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket

Ji 3 mehan û heya niha Çiyayê Cûdî dişewite.
Herî dawî jî li 3 deverên çiyayê Cûdî, agir bi daristanê ket.
Li dijî şewatê parlameterên HDP’ê yên Şirnexê, dest bi çalakiya rûştinê kir..

Ev 3 meh in Çiyayê Cûdî yê li Bakurê Kurdistanê dişewite û pêl bi pêl şewat berfireh dibe.

Şewata ku li gundên Gundikê Remo, Gundikê Spîndarûkê, Cifanê, Nevaqara û Avgamasya pêketibû berdewam dike.

Li herêmê şewatek vemire, yeke din destpê dike.

Herî dawî jî duh dîsa şewat li herêma Gundên Spîndarûk, Gilondurê heta derengiya şevê jî dom kir.

Li herêma li hemberî bajarokê Bespînê ya Silopiyayê jî, agir bi daristanê ket.

Şewat ji aliyê rayedarên Tirk de bi tu awayî nayê vemirandin.

Heta niha ji ber şewatê bi sedan dar, bax û daristan bûne xwelî.

Welatî nikarin ji ber şewatê sewalkariyê bikin, ne jî dikarîn çandiniyê bikin.

Welatî dixwazin biçin agir vemirînin lê destûr nayê dayîn û kes nikare bi hewara çiyayê Cûdî ve biçe.

Ev 3 mehin Cûdî li ber çavê mirovahiyê dişewite, lê herkesî xwe ker û lal kiriye.

Parlamenterê Şirnexê li dijî şewatê çalakiya runiştinê da destpêkirin

Parlementerê HDP’ê li dijî şewatê û bêdengiya rayedarên dewleta Tirk li ber avahiya rêxistina HDP’ê ya Şirnexê duh çalakiya rûniştinê destpê kir wê 3 rojan dewam bike..

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş ê di çalakiyê de got:

“Ez li vir bang li hezkiriyên xweza, dar û daristanan dikim, werin em bi hev re xwedî li Cûdî û xwezaya xwe derkevin.”

Back to top button