Şêniyên Çilaxa: Li dijî êrîşan stratejiya şerê gelê şoreşgerî pêş bixin

Şêniyên navçeya Çilaxayê diyar kir ku li dijî êrîşan stratejiya şerê gelê şoreşgerî pêş bixin.
Bang li pêkhateyên heremê hat kirin ku li dijî êrîşan têkoşînê xwe xurt bikin.

Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Husam Hisên ê ji pêkhateyê Ereb diyar kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ew pişta xwe nadin tu alî û hêzan û wiha got:

“Hêza rasteqîn hevgirtin û birêxistinkirina gel di qadên siyasî, leşkerî û aborî ya li gorî şerê gelê ê şoreşgerî de ye.”

Evîn Îsa a ji pêkhateyê Kurd diyar kir ku destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin biparêzin.

Hisên Îsa jî yê ji pêkhateyê Kurd destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyan û xurtkirina têkoşîna li gorî şerê gel ê şorşegerî rêya yekane ya serketinê ye.

Fatime Esaf a ji pêkhateya Ereb jî bang li pêkhateyên herêmê kir ku li gorî şerê gelê şoreşgerî li hemberî êrîş û siyasetên dijmin bisekinin.

Rîhan Ali: Emê xwedî li hebûna xwe derkevin

Back to top button