Rîhan Ali: Emê xwedî li hebûna xwe derkevin

Endamên Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê hedefgirtina her du jinên pêşeng Yusra û Leyman bi hedefgirtina şoreşa jinan bi nav kirin ,jinan diyar kirin ew ê rêya pêşengên xwe dewam bikin.

Endamên Meclisa Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehba têkildarî hedefgitina pêşengên şoreşa jinan ji ajansa ANHA’yê re axivîn.

Rîhan Alo diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ji dîrokê de heya niha her tim siyaseta qirkirinê li dijî Kurdan dimeşîne.

Rîhan anî ziman ku ew ê li hember êrişan xwedî li hebûna xwe derkevin û li berxwebidin.

Emîne Silêman: Bi van êrişan projeya netewa demokratîk dikin armanc

Emîne Silêmen jî destnîşan kir ku dewleta Tirk dagirker dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibe ji ber wê planên qirêj li dijî herêmê dike.

Emîne got: ” Şerme ku bi balafirên xwe pêşengên me dike hedef, ev yek lawaz bûna wê dide diyar kirin.

Leyla Îbiş: Emê xwedî li keda şehîdan derkevin

Leyla Îbiş jî bi bîr xist ku bi hedefgirtina jinan dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi têkoşîn û berxwedanê rêya pêşengên xwe bidomînin, û xwedî li keda wan derkevin.

Back to top button