Li Kanadayê êrîşên dagirkeriya Tirk a li dijî Rojava hat şermezarkirin

Li Kanadayê êrîşên dewleta Tirk, bi meşeke hat şermezarkirin.
Li ber balyozxaneya Tirkiyê daxuyanî hat dayîn û banga piştevaniyê ya Şoreşa Rojava hat kirin.

Li Torontoyê ku bajarekê Kanadayê ye, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê , bi tevlêbûna bi dehan kesan meşek pêk hat.

Di meşê de pankartên bi dirûşma ”Na ji şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan re”, ”Bêdengiyê bişikîne”, ”Bila Rojava ji firînê re bê qedexekirin” hat vekirin.

Wêneyên Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Endamê Meclisê Firat Tûma hil dan.

Meş heya li ber Balyozxaneya Tirk dom kir û daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

”Bi êrîşên ku dikin, dixwazin vîn û têkoşîna jinan tune bikin.

Şoreşa Rojava, li dijî êrîşên sîstematîk hewil dide ku xwe li ser piyan bihêle.”

Di çalakiyê de bang li xelkê Kanadayê hat kirin ku piştevaniya Şoreşa Rojava bikin.

Back to top button