Ji bo navbeynkariya şerê li Etiyopya hevdîtinan despê kir

Bi nêzbûna Eniya Rizgariya Gel a Tigray (TPLF) ya ji nava Etiyopya metirsiyek zêde xwe daye der.
Ji bo dawî anîna şerê navbera artêşa Etiyopya û Eniya Tîgrayê, hevdîtinên navbera aliyan despê kirin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths jî li Etiyopyayê bi aliyan re dest bi hevdîtinan kir.

Metirsiya Etiyopya ji Eniya Rizgariya Gel a Tîgray (TPLF) bûye sedema ku li welat rewşa awerte were ragihandin.

Berdevkê TPLF Getachew Reda li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Balyozê Yekîtiya Afrîkayê (AfB) li Kevana Afrîkayê Olusegun Obasanjo, danûstandinên navbeynkariyê kir.

Reda got:

“Bi Obasanjoyê Balyozê Kevana Afrîkayê ra civîneke pir berhemdar hat lidarxistin û derbarê ku Tîgray di krîza Etiyopyayê da cih digire agahî hat dayîn.

Civîneke baş bû.

Ji aliyê din ve Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths jî li Etiyopyayê bi aliyan re dest bi hevdîtinan kir.

Hat ragihandin ku Griffiths piştî li paytexta Tîgray Mekelle yê bi nûnerên TPLF’ê re hevdîtin kir, berê xwe da paytext Addis Ababa.

Hikumeta Etiyopyayê ji ber êrîşên TPLF yên serhildêr ên ku pêşveçûna xwe ya li bakur dewam dikin, 2’ê Mijdarê li welêt rewşa awarte ragihandibûn.

Li dijî êrîşên muhtemel ên TPLF’ê yên li ser paytext Addis Ababa, hêzên erka parastinê hatin avakirin.

Şer û pevçûnên 11 mehên li bakurê welêt bûbû sedema ku nêzî 2,5 milyon kes koçber bibin.

Her wiha li herêmê bêtirî 5 milyon kes hewcedarê alîkariyên lezgîn in.

Back to top button