Di bin kontrola leşker û polîsan de, li Nîkaraguayê hilbijartin pêk hat

Di bin kontrola bêtirî 30 hezar leşker û polîsî de, li Nîkaraguayê hilbijartina serokatiyê pêk hat.
Encama ku herkes li bendê bû jî derket holê.
Lewma serokê heyî Daniel Ortêga, piştî girtina hemû namzetên rêkberiya wî dikirin, ji bo cara 4’an hat hilbijartin.

Li mezintirîn welatê Amerîkaya Navîn Nîkaraguayê doh hilbijartinên serokatiyê hebûn.

Li vî welatê ku dema xwe weke alîgirê wekhevî, demokrasî û sozyalîzmê dihate binavkirin, hilbijartin di bin kontrola 30 hezar leşker û polîsî de birêve çû..

Her wiha rê nehat dayîn ku rojnamevanên serbixwe û çavdêrên navneteweyî derbasî welat bibin û prosesa dengdayînê bişopînin.

Encama hilbijartinê jî li gorî herkesî ne balkêş bû.

Lewma beriya hilbijartin destpêbikin, namzetên rêkberiya serok Danîel Ortêga dikirin, hemû hatin girtin.

Ne tenê namzet, hin dezgehên ragihandinê yên muxalif jî beriya hilbijartinê bûn armanca êrişan û xebatên wan hat astengkirin.

Danîel Ortêga doh dema dengê xwe bikaranîn, namzetên hatine girtin weke decal binav kir û wiha got:

Ew kes alîgirên şer û tûndiyê bûn. Wan rihê xwe firtotiye Amerîkayê.

Welatên Ewrûpa û Amerîkayê encama hilbijartinên Nîkaragua weke şano binav kirin û gotin, ne rewa ye.

Li hemberî vê helwestê, serokê Venezuelayê Nîcolas Maduro beriya encam eşkere bibin, serkeftina Ortêga pîroz kir.

Back to top button