Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên 24 saetên dawî yên vîrûsa koronayê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Desteya Tendurstiyê ragihand ku li herêmê ji ber vîrûsa koronayê 126 kesên din bi nexweşiyê ketin û 21 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.
126 kesên bi koronayê ketine jî ji wan 77 mêr in û 49 jin in.
3 kesên bi koronayê ketibûn, baş bûne.
Bi van daneyên dawî re, hejmara kesên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrûsê ketine bû 36 hezar û 576 kes.
Ji wan hezar û 453 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 478 kes baş bûne.