Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdên xwe oxirkirin

Bi sedan şêniyên Kobanê û Hesekê bi merasîmên girseyî cenazeyên 3 şehîdên xwe di nava tilîliyan de oxirkirin..

Şehîdan Mehmûd Hesê bi nasnav Mehmûd Kobanê ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn e li Sirînê şehîd bûye û Ehmed Muslim binasnav Can Şêr ku endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê bû li herêma Dêrazorê şehîd bûye.

Ji bo herdû şehîdan li Kobanê merasîmek oxirkirinê hate lidarxistin.

Di merasîmê de gelek kes axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiyê de wesîqeyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

​​​​​​​Li Hesekê şehîd Mihemed Nedam bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin

Her wiha bi sedan şêniyên Hesekê jî tevlî merasîma oxirkirina şehîd Mihemed Ebdullah Nedam bi nasnav Egîd Hesekê bûn.

Di merasîma şehîd de jî hat gotin ku şehîd xwedî li fikr û felsefeya rêber Ocalan derket û giyanê wî yê hevaltiyê bilind bû.

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button