Helîkopterên Tirkiyê li Mûsilê êrişî du malan kirin

Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Başîka ya ser bi Mûsilê gule li du malan reşandin.

Helîkopterên dewleta Tirk îro, li navçeya Başîka ya ser bi parêzgeha Mûsilê êrişî du malan kirin.

Li gor hatî ragihandin ku herdu du helîkopterên Tirk gule li du malan barandine.

Her wiha di encama topbaranê de zirarên madî çêbûn.

Hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.

Lê nehate zanîn helîkopterên Tirk çima êrişî van herdu malan kirine.

Hêjayî bibîrxistinêye baregeheke mezin a artêşa Tirk li Başîkayê ye û di nava xwede li gel helîkopteran gelek wesayîtên mezin ên leşkerî jî digire.

Back to top button