Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrişan meşiyan

Nerazîbûn û çalakiyên li dijî êrişên li ser herêmê dewam dikin. Şêniyên taxên Şexmeqsûd û Eîrefiyê ên Helebê li dijî êrişan meş lidarixistin. Li Hesekê jî, çalakiya kon ya ku li dijî êrişan, bi piştgiriya şêniyên herêmê di roja duyemîn de dewam dike.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê ji bo şermezarkirina êrişên li ser herêmê û bi taybetî hedefgrtina ciwanan, meşek li bajarê Helebê li dar xist.

Bi hezaran kes, endamên sziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevlê meşê bûn.

Piştî meş veguherî mitîngê, daxuyanî ji hêla Yekîtiya Jinên Ciwan ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê û bi taybetî êrişa li dijî ciwanan ya li Kobanê hate şermezarkirin û soza tolhildanê hate dayîn.

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 2. de dewam dike

Li Hesekê jî, çalakiya konvdesanê ya Yekîtiya Jinên Ciwan a bi armanca şermezarkirina êrişên li ser herêmê û hedefgirtina ciwanan di roja 2. de dewam dike.

Gelek endamên saziyên rêveberiyê û partiyên siyasî îro serdana konê çalakiyê kir.

Di çalakiyê de sînevîzyon der barê şehîdên jin ên têkoşer û berxwedaniya gel de hatin pêşeandan.

Back to top button